Em Kurd, me her tim xwestiye pesna biserneketina xwe jî bidin
Lê carinan, rexneyên ku sedemên kêmanîyan didin der, tên kirin ji hezar pesndanê çêtir in ji ber ku rê çêdikin da ku careke din heman kêmanî neyên kirin
nivîsa F. A. vê yekê dike
kerem kin
ji bo xwendinê...
Mesele çi ye hûn zanin:
Zimanzan/kesên serî bi zimên re diêşînin pir caran bîra yên din, reng/der/deverên din nabe, hew "ji bara xwe ve" rast û çep, ser û ber ter û hişkê didin ber xwe..
Encam jî dibe "di şûna kil kir, kor kir."
Û li min negirin..lê ev kira we tu "peyam"ê nade..
Bersiva dawîn:
Min nêrîna we rexne kir, we jî di twîta din de rexne "hinekî" qebûl kir lê hûn niha meseleyê averê dikin..û hukmê gotina min (û ya xwe jî!) pûç dikin,nekin ji kerema xwe.
Ya din, min negotiye tune, min gotiye tu peyamê nade;
ji kerema xwe gotina xwe nekin devê min.
Ji ber xatirê rêzgirtinê pê li gotina xwe "bersiva dawîn" dikim:
Helbet qesta we fêm dikim..lê nêzîktêdayîna serûber hem peyama we bi destê we pûç dike û hem berê şûrê "bêînsafî"yê bi destê we dide we bi xwe...
Xeman mexwin acizî tune, em li dû hevserwextkirinê ne.
Spas û silav.
"Di bîst û şeş saliya xwe de, min qeyda xwe ji bo qursa havînê ya zanîngeha Neuchatelê çêkir da ku fêrî xwendina (bi) fransî bibim. Ev qursên fransî ji bo xwendekarên biyanî ne."
Berî nivîsa nû bê, ji bo yên nexwendibin fermo
"Nexwende" (yeqîn h. )
🔽
diyarname.com/nivis/nexwende…
Ji kurdan ricayeke min heye. BELA XWE JI KURDÎ VEKİN! Heya niha akademîk bû, îca kurdiya dengbêjesk, ya laboratuarê, ya organîk, ya înorganîk, ya sade, ya xwerû, ya bişaftî ya nizam çi jehr û ziqûm jî der tê. Heyran hûn heya ji we te rast biaxifin û binivîsin bes e.
Robert Schumann ê kompozîtor û Heinrich Heine yê nivîskar.
Li pasajeke Dusseldorfê navê wan di zemînê de li ser "kevirê bîranînê" wiha hatiye niqirkirin.
Hem bi kalîteyek ezamet hatine çêkirin!
û hem mere dikare PÊ LÊ jî BIKE!
Yên me, qiyametek heqaret li Şaredariya Amedê kirin..
Dengbêj raguhêzên tecrubeyên dîrokî ne
..
ev çi qeda ye hatî keko, li ser belayê
ne di tarîqê Yawiz de keko, li sultana hatiye nivîsar û
qeydkirinê
dewa berxê Kurda bavo, qeyserê tirka, dosyeke bozix e
hetanî roja mirin û sekratê here bavo, ji hev dernayê
..
Dengbêj Filîtê Axtepe
"hoo hêwirze, ey ha û hê
hela lêê, hela lê! li wê fesal û timtêlê
rihan rihan dimilmile û tê -ji şeva çûyî
kê nedîbe ji kîsê xwe çû, şanika li wî rûyî"
-Yeqîn H.
Gavek din nivîsa nû ya mesûd tê.
Berî wê:
Vî çendî ji xwe dipirsim; dinya cîheke çawa ye? Bi vê pirsê re li xwe hayê dibim, aniha li dinyê me. Ev pirs axlebe wiha tê pirsîn; gere ev dinya cîheke çawa be? Lewma bi min pirs ji dinyê dûr e.
⬇️
diyarname.com/nivis/heziran-…